Serok Barzanî û Esîl Nocêfî behsa plana azad kirina Mûsilê kirin

Dihukê-KDP.info- Îro li Dihukê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Neînewaê Esîl Nocêfî civiya.
Di civînê de Nocêfî jiber serkeftinên hêzên pêşmerge li hember terorîstên DIŞIê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokê Kurdistanê û hêzên pêşmerge kir û diyar kir ku azad kirina Şengal û derdorê û herwiha serkeftinên pev hev yên hêzên pêşmerge hevsengiyên siyasî û leşkerî guhertine û bûne sedema bilind bûna moralên xelkê parêzgeha Mûsilê.
Nocêfî eşkere kir ku hebûna raste rast ya Serokê Kurdistanê li eniyên şer de bandoreke gelek zêde hebûye û ev yek jî bi pêngaveke gelek girîng û serkeftî wesif kir.
Her di civîna han de behsa girîngiya bajarê Mûsilê û plana rizgar kirina vê bajarê jî hate kirin û tekez li ser beşdarî kirina xelkê vê bajarê di operasiyona azad kirina Mûsilê de hate kirin.




