Li Kobanê Hêzên pêşmerge terorîstên DIŞIê topbaran dikin

Kobanê-KDP.info- Li Kobanê hêzên pêşmerge bi tundî pêgehên terorîstên DIŞIê topbaran dikin.
Di vê derbarê de Efserê hêzên pêşmerge yê li Kobanê Şewket Mizûrî diyar kir ku îro hêzên pêşmerge di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser terorîstên DIŞIê de, bi tundî çendîn kemp û pêgehên terorîstên DIŞIê li Kobanê de topbaran kirine.
Mizûrî eşkere kir ku îro şer û pevçûnên navbera hêzên Kurdî û terorîstên DIŞIê kêm bû lê piştî nîwroyê hêzên pêşmerge bi tundî çendîn pêgeh û cêyên terorîstên DIŞIê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Kobanê de topbaran kirine û di encam de terorîstên DIŞIê rastî wendahiyên gelek zêde hatine.




