26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Pêşmergeyê, Rojane û dem bi dem li gel hêzên hevpeymanan li peywendî û hemahengiya berdewamdaye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê di Daxuyaniyek dibêje, bi hemû aliyek radigihînîn ku her di destpêka êrîşa Da'îş ya li ser Kurdistanê û li ber girtina stratejiyeke bergirî û paşê stratejiya êrîşkirina ser terorîstên li hemû mîhwerên rûbirûbûnê da birêz Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdarî planane. Herwisa got, Rojane û dem bi dem li gel hêzên hevpeymanan li peywendî û hemahengiya berdewamdaye.

Ev demek li hinek nivîsîn û nirxandinên li nav medya û ragihandinan da hewla şêwandina serkeftinên Pêşmerge û kêmkirina girîngiya wan serkeftinan tê dayîn û bi mixabinî behsa ewe tê kirin ku birêz Wezîrê Pêşmerge li bereyên da ne diyare û ne agahdarî plan û êrîşên hêzê Pêşmerge yên li bereyên şer e.

Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku her di destpêka êrîşa Da'îş ya li ser Kurdistanê û li ber girtina stratejiyeke bergirî û paşê stratejiya êrîşkirina ser terorîstên li hemû mîhwerên rûbirûbûnê da birêz Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdarî planane. Rojane û dem bi dem li gel hêzên hevpeymanan li peywendî û hemahengiya berdewamdaye û gelek serkeftiyane karubarê Wezaretê û erkê palpiştîkirina hêzên Pêşmerge birêve dibe.

Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê
24.12.2014

 

 

Nûçeyên têkildar