Êrîşên hevpeymanan bo ser terorîstan didomin

Hewlêr-KDP.info- Hêzên hevpeyman li Sûriya û Îraqê 10 êrîşên din kirine ser terorîstên DIŞIê.
Li gor nûçeyeke ajansa skynews belefirên ser bi hevpeymaniya cîhanî di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser terorîstên DIŞIê li Sûriya û Îraqê de, di rojên derbasbûyî de dûbare li Sûriya û Îraqê êrîşî terorîstên DIŞIê kirine.
Li gor çavkaniya han di nava wan çend rojên derbasbûyî de balefirên hevpeymanan 10 êrîşên din kirine ser terorîstên DIŞIê û di encama wan êrîşan de terorîstên DIŞIê rastî wendahiyên gelek mezin hatine.




