26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Biryara dest bikrabûna parêzgeha Helebce di rojevê de ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşem 23-12-2014`an şandek ji parêzgeha Helebce serdana Pralementoya Kurdistanê kir û ligel serokê parlementoyê civiyan.

Serokê Parlementoya Kurdistanê Yûsif Mihemed Sadiq di civîna xwe ligel şanda Helebce de got:“ Mebesta me, Helebce bibe parêzgeheke nimûneyî ya Herêma Kuridstanê, ya ku bi pralamentoyê bê kirin di warê yasayî de, wê di zûtirîn dem de bicihbike û ji nêzîk ve çavdêriya biryara bi parêzgahbûna Helebce dikin“.

Şanda parêzgeha Helebce daxwaz ji Pralemento kir ku, wek çawa berê rola Parlemento di derkirina biraya bi barêzgehbûna Helebce de hebû, niha jî rola xwe bo parvekirina dadperwerane ya postên bilind ên parêzgeha Helebce bibîne.

Serokê Parlementoya Kurdistanê soz da şanda Helebce ku, niha ligel Encûmena Wezîran û aliyên peywendîdar bo derkirina biryara dawî û dest bikarbûna parêzgeha Helebce û postên bilindên dinên wê parêzgehê gotûbêjan dike.

Nûçeyên têkildar