Di encama teqînekî li Bexdayê de 23 kes bûne qurbanî

Bexda-KDP.info- Di encama teqînekî li Bexdayê de 6 kes hatine kuştin.
Di vê derbarê de çavkaniyek ji hêzên polîs yên li Bexdayê ragehand ku îro bombeyeke vedayî di nava bazarê fiqî firoşan ya li taxê Yûsifiye ya li Başûrê Bexdayê de hatiye teqandin.
Heman çavkanî eşkere kir ku di encama teqîna han de 6 welatî canê xwe ji dest dane û 17 welatiyên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve jî çend jêderên tendirostî belav kirin ku jiber xedar bûna birîna hinek ji birîdaran tê payîn ku hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.




