Şervanên Kurd li Kobanê Navenda Baqî Xido girtin

KDP.info- Li rojhilatê–başûrê Kobanê şervanên Kurd serdikevin, Pêşmergeyên Kurdistanê jî rê ji bo pêşdeçûna şervana xweş dikin.
Şervanên Kurd li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pêşde diçin û karîn navenda rewşenbîrî ya Baqî Xido ji dest çekdarên DAIŞê derbixin.
Peyamnêrê BasNewsê li bajarê Kobanê ragihand ku, şervanên Kurd li eniya rojhilatê–başûrê Kobanê karîn pêşdeçûneke berçav bidest bixin û dest danin li ser Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, piştî şer û pevçûnên giran ligel çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkla, DAIŞ.
Çavkaniyeke meydanî li bajarê Kobanê ji BasNewsê re got ku “Serê sibeha îr, Duşemê, frokeyên hevpeymaniya navdewletî du operasyon li dijî pêgehên çekdaran li eniya rojhilatê–başûrê Kobanê encamdan, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî pêgehên çekdaran li wê navçeyê topbaran dikin û rê ji bo pêşdeçûna şervanên Kurd xweş dikin.”
Li gor çavkaniya BasNewsê, çekarên DAIŞê êrîşek pêkanîn ji bo girtina navenda Baqî Xido, lê şervanên Kurd karîn bersiva wan bidin û wê êrîşa wan pûç bike.
Şervanên Kurd dixwazin li eniya rojhilat–başûrê Kobanê pêşde biçin, het ku bighin derdora girê Mişte Nûr ê.
Hevdem çavkaniyeke ewlekarî li Kobanê taybet ji BasNewsê re ragihand ku, şervanên Kurd karîn emîrekî DAIŞê li ser cadeya 48, li rojhilatê Kobanê, bigrin.
Çavkaniya ewlekarî nexwest navê wê were aşkere kirin û gor, hejmarek ji şervanên Kurd avêtine ser veşargeheke çekdaran li ser cadeya 48 û karîn emîrekî DAIŞê ku bi regez ji welarên Kendava Erebî bû, bigrin.
BasNews




