Serok Barzanî û Şêxê Şemer tekez li ser biratiya Kurd û Ereb dikin

Hewlêr–KDP.info- Serokê Kurdistanê li gel Şêxê eşîrên Ereb yên Şemer civiya.
Îro Serokê Kuridstanê birêz Mesûd Barzanî li Dihukê pêşwaziya Şêxê eşîrên Şemer yên Ereb Şêx Ebdulah Himêdî Ecîl Elyawer û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de Şêxê Şemer spasiya hêzên pêşmerge û Serokê Kuridstanê kir jiber ku karîne li hember terorîstên DIŞIê serkeftinên mezin bidest bixin û devereke gelek zêde ji Şengal, Rebîe û Zumarê ji destê terorîstan rizgar bikin.
Nav hatî herwiha berxwedan û qehremaniya hêzên pêşmerge bi dîrokî û girîng wesif kir.
Li hember de jî Serokê Kurdistanê spasiya Şêxê Şemer kir û tekez li ser biratiya Kurd û Ereb bi taybetî ev Erebên ku baweriya wan bi bihevre jiyanê heye û ti tikiliyeke wan li gel terorîstên DIŞIê de nebûye.
Serok Barzanî eşkere kir ew Erebên ku beşdariya tawanên terorîstên DIŞIê kirine û hevkariya wan terorîstan kiriye û li dijî pêkhateyên din tawan kirine, berpirsiyarên li hember wan tawanan û hevbeşê zilim û terora terorîstên DIŞIê ne.




