25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Aştî Koçer: Cihên setratejîk ên Şingalê di destê Hêzên Pêşmerge de ne

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, temamî cihên setratejîk ên Şingalê di destê Hêzên Pêşmerge de ne û eger şev nehatiba niha Şingal bi temamî ketibû destê Hêzên Pêşmerge de, ji ber ku nîvê navçeya Şingalê ji aliyê terorîstan ve hatiye bobekiirin.

Aştî Koçer Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji KDP.info re ragihand ku, “Niha gellek cihên setratejîk ên Şingalê hatine kontrolkirin û eger şev nehatiba niha Şingal bi temamî ketibû destê Hêzên Pêşmerge de, ji ber ku nîvê navçeya Şingalê ji aliyê terorîstan ve hatiye bobekiirin.”

Koçer wiha got: “Ji Zûmarê heta Şingalê hatiye azadkirin û DAIŞ bergirî nekiriye û tenê li nav Şingalê hinekî li ber xwe dan, lê bi giştî nema karin bergiriyê bikin û morale wan têk çûye.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ji bilî Hêzên Pêşmerge ti hêzekî din di wê operasyonê de beşdar nebûne û hêzên YPGê û PKKê jî çend komên wan ên biçûk li wir hene û bi hejmarek pirr kêm carna ligel Pêşmerge tevlî şer dibin. Hêzên Pêşmerge di bin ala Kurdistanê di wê operasyonê de beşdar bûne.”

Nûçeyên têkildar