Iraqiye: Biryara Dadgehê Biryareke Siyasiye Û Em Şeremezar Dikin

Piştî eşkere kirina biryara Dadgeha tawanan ya Îraqê ya di derbarê Cîgirê Serokkomarê Îraqê Tariq Haşimî de evro lîsteya Îraqiye ragihand ku, ev biryara han biryareke siyasiye û em vê biryara han şermezar dikin.
Îraqiye herwiha eşkere kiriye ku, ev biryara han ne biryareke dadwerî belkû biryareke siyasiye lewre em daxwaz ji aliyên beşdar di nava prosesa siyasî ya Îraqê de dikin daku, helwesta xwe ya di vê derbarê de eşkere bikin.




