26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên êzdî pirr dilxweş in..Spasiya Serok Barzanî dikin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Hêzên Pêşmerge beriya 2 rojan dest bi operasyoneke mezin û berfireh li dijî terorîstên DAIŞê kirin, ku bi mezintirîn operasyon tê zanîn. Ew jî bi serperiştiya rasterast a Serok Barzanî birêve diçe.

Pêşmerge serkeftin li pişt serkeftinê bi dest dixe û welatiyên kurdên êzîdî dilxweş in û ji ber wê yekê jî kêf û xweşiyê dikin û spasiya Serok Barzanî dikin ku cejna wan kir du cejin.

Nivîskar û rojnamevan û kesayetiya rewşenbîrê êzîdî Xidir Xelat ji KDP.info re ragihand ku, serkeftinên Hêzên li sînorê Şingalê cihê şanaziyê ye û rêzgirtinê ye bo hemû gelê Kurdistanê bi giştî û êzîdî  bi taybetî, Hêzên Pêşmerge jî piştrast kirin ku hêzên dilxweşker in û ji nav gelê kurd derketine.
 

Nûçeyên têkildar