Mîranî: 2 taxên Şingalê di bin destê Pêşmerge de ne..Nêzîk dê bi temamî rizgar bibe

Şingal-KDP.info- Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, ragihand ku hêzên Pêşmerge dê îşev li aliyên rast û çepê Şingalê bimînin û pêşde naçin. Mîranî her wiha got, DAIŞ dê ji Iraqê derkeve û here Sûriyê.
Hêzên Pêşmerge îro karîn derbasî nav bajarokê Şingalê bibin û tevahiya wê derê kontrol bikin.
Li ser şer û operasyona rizgarkirina Şingalê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, ku di şerê Şingalê de beşdar bibû, got, plana şer û operasyona Şingalê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatiye danîn.
Fazil Mîranî da zanîn ku hêzên Pêşmerge derbasî nav 2 taxên bajêr bûne lê ji ber ku hêzên Pêşmerge zêde wir nas nakin îşev pêşde naçin û dê li aliyên rast û çepê bajêr bimînin. Lê da zanîn ku di demeke nêzîk de wê Şingal bi temamî bê rizgarkirin.
Mîranî diyar kir ku çekdarên DAIŞê ji ber êriş û topên Pêşmerge direvin û diçin Sûriyê û eşkere kir ku ji ber topbarana Pêşmerge kêmtirî 100 çekdarên DAIŞê li nav bajarokê Tileferê de mane
Li gorî Mîranî, DAIŞ dê ji Iraqê derkeve û here Sûriyê.
Wî rayedarê PDKê ku we pêşmergeyekî xwebexş tevlî şer bibû, got ku di şerê Şingalê de ti hêzeke iraqî beşdar nebibû.




