Babe Şêx: Serok Barzanî soza xwe bicîh anî

Şingal-KDP.info- Serokê Encumena Ruhanî ya kurdên êzdî ragihand ku, Serok Barzanî her çawa soz dabû, soza xwe bicîh jî anî, Xwedê wan ser bixe û hemûyan selamet bihêle.
Bi helkefta serkeftina mezin a Hêzên Pêşmerge û azadkirina hemû ew navçeya berfireh a axa Kurdistanê û gihîştina wan bo nav Şingalê, Babe Şêx Serokê Encumena Ruhanî ya kurdên êzdî di peyamekê de ragihand:
“Serok Soz da û soza xwe bicîh anî, ser keftin bo wan, Xwedê wan ser bixe û hemûyan selamet bihêle. Xwedayê mezin birîdaran şîfayek bike û şehîdan bi rehmeta xwe şad bike. Serok serbilind be. Silav bo hemû Pêşmerge û ciwamêran.”




