26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Iraqê pîrozbahî li Serok Barzanî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ji ber serkeftina hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duhî bi telefonê bi Serok Barzanî re axivî û ji ber serkeftina hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de li deverên Zûmar, Şingal her wiha şikandina dorpêça çiyayê Şingalê pîrozbahî li wî kir.

Ebadî her wiha destxweşî li hêzên Pêşmerge jî kir ku di şerê terorîstên DAIŞê de bi ser dikevin.

Her wiha Serokwezîrê Iraqê piştevaniya hikûmeta Iraqê ji bo Herêma Kurdsitanê û hêzên Pêşmerge di şerê terorîstan de nîşan daye û têkestî li ser hemahengî û berdewambûna pêwendiyên her du aliyan kiriye.

 

Nûçeyên têkildar