25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Erdogan bi serkeftina Pêşmerge dilxweş e

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de, piştî ku li Stenbolê bi Serokwezîr Davûtoglu re rûnişt, bi Serokomar Erdogan re jî hevdîtin pêk anî. Hevdîtina Barzanî û Erdogan li koşka Erdogan a Enqereyê pêk hat.

Di wê hevdîtinê de rewşa niha ya Iraq û navçeyê bi giştî û pêşhatên dawî yên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge di 2 rojên borî de li Şingal û Zûmarê hatin nirxandin û Erdogan ji bilî dilxweşiya xwe bi serkeftinên Pêşmerge, her wiha hêviya serkeftinên bêtir û pêşveçûnan ji wan re xwest.

Di beşekî din ê wê kombûnê de, rêkeftina dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê hat gotûbêjkirin û Erdogan destxweşî li herdu aliyan kir û hêvî xwest ku ew rêkeftin bibe destpêkek bo çareserkirina hebû nakokiyan.

Herwiha di wê hevdîtinê de pêwendiyên di navbera herdu aliyan de hatin nirxandin û herdu alî yek nêrîn bûn li ser girîngiya pêşxistina wan pêwendiyan.

Di wê serdana Nêçîrvan Barzanî de, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dezeyî û Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî hevaltiya wî dikin. 

Nûçeyên têkildar