26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu çend mijarên girîng gotûbêjkirin

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-KDP.info- Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmet Davutoglu serkeftinên Hêzên Pêşmerge û pêşveçûnên wê li deverê Zûmar û Şingalê gotûbêjkirin, Herwiha tekez li ser pêwendiyên navbera xwe de kirin.

Îro piştî nîvro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan li Stenbolê ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmet Davutoglu hat pêşwazîkirin.

Di wê hevdîtinê de rewşa niha ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî yên leşkerî û şerê li dijî terorê û ew serkeftinên berçav û pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge di van rojên borî de li Zûmar û Şingalê hatin nirxandin.

Di beşekî din ê wê kombûnê de, rêkeftina dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê hat gotûbêjkirin û Davutoglu destxweşî li herdu aliyan kir û hêvî xwest ku ew rêkeftin bibe destpêkek bo çareserkirina hebû nakokiyan.

Herwiha di wê hevdîtinê de pêwendiyên di navbera herdu aliyan de hatin nirxandin û herdu alî yek nêrîn bûn li ser girîngiya pêşxistina wan pêwendiyan.
 

Nûçeyên têkildar