Sinûn û derdora wê hatin rizgarkirin..Terorîst ji tirsa Pêşmerge direvin Sûriyê

Hewlêr-KDP.info- Jêderekî ji Hêzên Pêşmerge li eniya şer ragihand ku, Hêzên Pêşmerge navenda nahiyeya Sinûnê û hejmarek gundên ser bi wê nahiyeyê rizgar kirin.
Wek wî jêderî got, gundên: Guhbel, Dugur, Burk, Zorava û dugola ji wan gundên ku hatine rizgarkirin.
Şaredarê Nahiyeya Sinûnê ya girêdayî Şingalê, Nayîf Seydo Qasim kêfxweşiya ji rizgarkirina Sinûnê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve anî ziman û ragihand, lê çekdarên DAIŞê û eşîrên ereb ên devera Tileferê malên xelkê Sinûnê talan kirine û dizîne.
Nayîf Seydo Qasim da zanîn ku çekdarên DAIŞê ew bajarok wêran kirine û hinek cih jî bombe kirine. Terorîst ji tirsa Pêşmerge direvin Sûriyê




