26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Asayişê kuştina Cîgirê Bexdadî piştrast kir

Çavkanî: KDP.info

 

Di daxuyaniyekî de civata asayîşa Kurdistanê ragehand ku Cîgirê Serokê tevgera terorîstiya DAIŞê Ebû Sed yê ku navê vî rastîn Şîhab Ehmed Hesen Ellehbiye yê ku berpirsê karûbarên leşkerî yên parêzgeha Neynewayê yê terorîstên DAIŞê bû di encama êrîşên hêzên pêşmerge yên Kurdistanê de hatiye kuştin.

Civata asayîşa Kurdistanê eşkere kiriye ku ev terorîstê han roja 17.12.2014 li taxê Eyserî bajarê Mûsilê li navçeya Kîfaat li hember Monteze Kenedî di encama êrîşeke asmanî de ligel berpirseke din ya terorîstan yê bi navê Fethî yê ku bi Ebû Ebdulah dihate nasîn hatiye kuştin.

Şîhan Ebûllehbî yê bernas bi Ebû Sed endamê eşîra Lihbiye û piştî hilweşandina rejîma Besê peywendî li gel tevgera terorîstiya Qaêde daniye û di nava tevgera han de bi Ebû Qetade hatibû nasîn.

Demek li girtîgeha Boka girtî bûye û piştî azad kirinê bûye berpirsê leşkerî yê Qaêde li parêzgeha Selahedînê.

Piştî ku dubare tê girtin û ji girtîgeha Ebûxorib re tê şandin, li gel çend terorîstên din ji vê girtîgehê reviyaye, piştî derketina DAIŞê nav hatî peywendî ligel DAIŞê daniye û bûye berpirsê kiriyarên terorîstî yên vê tevgera terorîstî di nava bajarê Mûsilê de û piştî dagîr kirina Mûsilê ji aliyê terorîstan ve bûye berpirsê giştî yên asayîşa Mûsilê.

Ev terorîst raste rast destê vî di şehîd kirina hijmareke Kurdên êzîdî de hebûye û du mezargehên nebî Yûnis û Nebî Şêt bi destê vî hatine teqandin.

Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê tekez li ser vê yekê kiriye vê dêmenên kuştina ev terorîstên han jî di demeke nêz de bilav dike.

Nûçeyên têkildar