26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Kompaniyên petrolê bawerî bi Kurdistanê kirine

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Roja çarşemê konferansa petrol û gazê li Londonê birêve çû û  Serokwezîrê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, ji ber ku ew bi çend kar û çalakiyên din ve mijûl bû, nikarîbû tevlî wê konferansê bibe.

Di konferansê de gotara Nêçîrvan Barzanî hat xwendin ku tê de bal kişandiye ser wê yekê ku Hikûmeta Herêma kurdistanê û gelê kurdistanê jibilî şerê li dijî DAIŞê, îsal rastî pirsên weke hewandina zêdetirî milyonek û 500 hezar penaber û koçber û rastî aloziya ligel hikûmeta berê ya Bexdayê jî hatine.

Derbarê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, serokwezîr Barzanî ragihand ku ew rêkeftin peyameke erênî bû û nîşanek bû ku Serokwezîrê Iraqê pêgirê çareserkirina pirsgirêkên Iraqê ye.

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Em hêvîdar in ku pergaleke nû ya birêvebirina Iraqê li Bexdayê bibînin.”

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de spasiya kompaniyên navdewletî yên petrolê jî kir ku bi riya veberhênanên xwe li Herêma Kurdistanê bawerî bi Kurdistanê kirine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku hevbeşiya setratejîk a ligel Tirkiyeyê roleke mezin ji bo ewlekarî û kêmkirina beşek ji zehmetiyên Kurdistanê lîstiye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, ewê têkiliya xwe ligel herdu welatê Tirkiyeyê û Îranê bihêztir bikin.

 

Nûçeyên têkildar