26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Dest û çavê hemû pêşmergeyên qehreman maç dikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna rojî ya êzîdiyan peyamek belav kir û tê de ragihand ku, ew keyfxweş e ku bi wê boneyê serkeftina mezin a Pêşmerge li devera Şingalê bi diyarî pêşkêşî xuşk û birayên êzîdî bike.

 

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Ez keyfxweş im ku em bi helkefta cejna rojî ya êzîdiyan serkeftina mezin a pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê bi diyarî pêşkêşî xuşk û birayên êzîdî dikin û eve hêjatirîn pîrozbahî ye ku li wan dikin.”



Serok Barzanî wiha domand: “Destpêkirina operasyona rizgarkirina devera Şengalê di roja ala Kurdistanê û gihîştina Pêşmerge bo Çiyayê Şengalê li 18ê vê mehê de wateya xwe heye. “

 

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragihand: “Bila hemû dijmin û nehez bizanin ku eger carekê ji wan re derkeve kîna xwe beranber kurd û Kurdistanê derbixin, di dawiyê de baca tawanên xwe dê bidin û divê terorîstên DAIŞê ji bo hemû dijminan bibin pend û ders.”



Serok Barzanî wiha got: “Hêvîdar im ev serkeftina mezin û cejna rojî ya xuşk û birayên êzîdî bibê sedema sarêjbûna birîna me û em wan ezîzan û gelê Kurdistanê jî li wê yekê piştrast dikin ku serê dijminan dikevê jêr piyan.”



Serok Barzanî peyama xwe wiha qedand: “Hezaran silav li canê pak ê şehîdên herdem zîndî. Hêviya başbûna bilez jî ji bo birîndaran û dest û çavê hemû pêşmergeyên qehreman maç dikim ku ez dizanim çi qehremaniyeke mezin tomar kirine.”

 
 
 

Nûçeyên têkildar