26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî yekşemî 09/09/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr. Ehmed Çelebî Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraq û Endamê Hevpeymaniya Niştîmanî kir.

Li vê hevdîtinê de, pêvajoya siyasiya îro ya Iraqê li hemû gumanan ve û her wiha ew kêşe û astengên ku rû bi rûyê pêvajoya siyasî û pêwendiya di navbera aliyên cûda cûdayên beşdarvanên siyasî bûne hate nirxandin.

Girîngiya berhevkirina hewlan jî hate dupatkirin ku berev peydakirina çareseriyeke bingehîn ku hevkariya rasteqîne û karê hevbeş ya li birêvebirina welat da mîsoger bike ew jî bi pabendbûna destûr û peyman û karnameyên pêşniyazkiriyan dibe.

Nûçeyên têkildar