26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Pêşmerge gihîştin çiyayê Şingalê..Serok Barzanî bixwe fermandehiya operasyona Şingalê dike

Çavkanî: KDP.info

Zûmar-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ji Zûmarê heta çiyayê Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin.

Mesrûr Barzanî di civîneke rojnamevaniyê de li ser operasyon û şerê rizgarkirina Şingalê agahî da.

Mesrûr Barzanî ji Rûdawê re got ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bixwe fermandehiya operasyona Şingalê dike.

Şêwirmendê Encumena Asayişê da zanîn ku Hêzên Pêşmerge tevahiya devera Zûmarê girtin û gihîştin çiyayê Şingalê.

Li gorî agahiyên Mesrûr Barzanî, niha rêya çiyayê Şingalê û Dihokê vekirî ye û xelkê ku li ser çiyê asê mane, dikarin dakevin xwarê.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku DAIŞ di nav 2100 km de hatiye dorpêçkirin û got, hikûmeta Iraqê alîkarî nedaye Pêşmerge di şerê DAIŞê de.

Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku li gel rizgar kirina çiyayê Şengalê hêzên pêşmerge yên li çiyayê Şengalê gehêştine hêzên pêşmerge yên li mihwera Zumarê û ev devera han bi giştî ji destê terorîstan rizgar kirine.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku hêzên pêşmerge derbên gelek dijwar li terorîstan dane û terorîst nikarin xwe li hember êrîşên hêzên pêşmerge bigirin lewre dest bi revê kirine û leşên kuştiyên xwe û birîndarên xwe jî di qadên şer de bicîh dihêlin.

Nûçeyên têkildar