26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civata Wezîran çend biryarên giring ragihand

Çavkanî: KDP.info

Di civîna duhî de Civata Wezîran ya hukûmeta herêma Kurdistanê çend biryarên giring di jiyana welatiyan de hate ragihand.

Duhî bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê civîna xwe ya 13mîn pêk anî.

Di destpêka civîna han de behsa amadekariyên heyî yên ji bo amadekirina bûdceya sala 2013an hate kirin û biryar hate dayîn daku, di demeke nêz de ev amadekariyên han werin bidawîanîn û proje bûdceya sala 2013an ya Hikûmeta Kurdistanê jî ji Parlementoyê re were pêşkêşkirin.

Di berdewamiya vê civîna han de kar û çalakî û projeyên Wezareta Şarewanî jî hatin şopandin û Wezîrê Şarewanî jî diyar kir ku, di dema destpê kirina kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdsitanê de heta niha bi ti awayî destwerdaniya karûbarên vê wezaretê nehatiye kirin û di bin navê ti projeyekî de zevî û erd ji ti kes anjî ti aliyekî re nehatiye dayîn û ev kar û proje jî ku, ji aliyê Wezaretê ve hatine cîhbicîh kirin li gorî qanûn û zagonan bûne.

Her di derbarê proje û çalakiyên wezareta Şarewanî de jî hate gotin ku, wezareta han xwedan çendîn projeyên girîgn bo parastina ava binerdê û bikaranîna ava nepaqêj bo avdanê û herwiha daxistina çendîn bîrên nepaqêj yên avê heye.

Di dirêjahiya vê civîna han de biryar hate dayîn daku, her Hefre rojek were diyarkirin daku, di nava vê rojê da karê wezîr bi tenê dîtin û guhdarî kirina welatiyan be û herwiha biryar jî hate dayîn daku, di nava her wezaretekî de sendoqek bo gile û gazendeyên welatiyan were damezrandin.

 

Nûçeyên têkildar