26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge û YPGê 3 kolanên Kobanê rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê di operasyonekê de karîn 3 kolanên nava bajarê Kobanê ji terorîstên DAIŞê paqij bikin. Ev operasyon piştî wê yekê hat ku balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî îro pêncçemê 3 caran çeerên DAIŞê dan ber bombeyan.

Fermandarê Pêşmerge ji tîma pijîşkî ya Hêzên Pêşmerge li Kobanê Husên Hesen ji KTV re tagihand: “Îro Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê bi hevkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çekdarên DAIŞê dan û di encamê de 3 kolanên nav bajarê Kobanê ji terorîstên DAIŞê hatin paqijkirin û ziyaneke mezin gihîşt çekdarên DAIŞê.”

Husên Hesen ragihand: “Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê bi hevahengiyeke temam rojane pêşve diçin û bi tundî li terorîstên DAIŞê didin, Herwiha tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de Kobanê bi temamî ji terorîstan bê paqijkirin.”

Li gorî daxuyaniyeke hêzên asmanî yên artêşa Amerîkayê, di vê mehê de ji 488 êrîşên asmanî li dijî çeperên DAIŞê li Sûriyê, 142 êriş li dijî çeperê DAIŞê li Kobanê bûn.

Nûçeyên têkildar