26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmergeyên Zûmar û Çiyayê Şingalê gihîştin hev..Serkeftinên mezin bidest dixin

Çavkanî: KDP.info

Zûmar-KDP.info- Jêderekî pile bilind ê leşkerî ragihand ku, di encama pêşveşûnên Pêşmerge de, pêşmergeyên eniya Zûmar û Çiyayê Şingalê gihîştin hev.

Wî jêderê pile bilind ji Hêzên Pêşmerge li eniya rojavayê Dîcle ji KDP.info re ragihand: “Çar rêya Şerfedîn- Dehola û çar rêya Herdan hatin azadkirin û Hêzên Pêşmerge yên herdu eniyên Zûmar û Çiyayê Şingalê gihîştin hev.”

Beriya niha jî Hêzên Pêşmerge, di operasyonekê de, karîn gundên Girdeşor û Ebid Bîlal li eniya Zûmarê rizgar bikin.
 

Nûçeyên têkildar