Amerîka spasiya hikûmeta Kurdistanê dike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şndeke kongressa Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de şandeya Kongressa Amerîkayê tekîd kir ku, Kurdistan gelek dost li Amerîkayê hene û lêdêxebitin di hemû waran de zêdetir hevkarî û piştgiriya Kurdistanê bikin daku bikaribe bi ser terorê de serbikeve û prosesa avadankirinê, geşkirin û pêkvejiyanê zêdetir ber bi pêşve bibin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Kurdistanê de dohê heyeta Kongressa Amerîkayê serdana nivîsgeha Serokwezîrê Kurdistanê kir û ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Heyeta Amerîkayê ji çend kongresman û Konsulusên Amerîkayê yên li Bexda û Hewlêrê pêk hatibû û di peyvekî de kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û ragehand ku aramî û ewlekariya heyî ya li Kurdistanê de bûye sedema kêfxweşiya me.
Heyet herwiha behsa rola hikûmet û xelkê Kurdistanê jî kir û balkêşande ser vê yekê kur rola hikûmet û xelkê Kurdistanê di warê pêşwazîkirin û bicîhkirina penaberan de roleke gelek girîng û erêniye.
Şandeya mêvan sipasiya pêşmergeyê Kurdistan kir ku bergiriyê ji xelk û hevwelatiyên a Kurdistanê û ji pirensîpên hevbeşên Amerîka û Kurdistanê dikin.
Şandeya Kongressa Amerîkayê tekîd kir ku, Kurdistan gelek dost li Amerîkayê hene û lêdêxebitin di hemû waran de zêdetir hevkarî û piştgiriya Kurdistanê bikin daku bikaribe bi ser terorê de serbikeve û prosesa avadankirinê, geşkirin û pêkvejiyanê zêdetir ber bi pêşve bibin. Şandeya mêvan piştgîriya xwe ji bo lihevhatina navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê nîşan da.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeyê û piştgiriya wan ya li Kurdistanê kir û tekîd kir ku, hevkarî û piştgiriya Amerîkayê di demên dijwar de tesîreke mezin li ser rawestandin û rûbirûbûna terorrîstan hebû, lê ji bo nehêlan û binbirkirina terorê herêma Kurdistanê pêwîstî bi zêdetir bihevkarî û pişûtgiriyê heye, bi taybetî pêşmerge pêwîstî bi meşiq û rahînanê û çekê giran û cebilxaneyê heye.
Li dor lihevhatina Kurdistan û hikûmeta federala Iraqê jî, Serokwezîr got ku, Kurdistan wê lihevhatinê bi lihevhatineke baş dizane û ji bo çareserkirina pirsên Hewlêr û Bexdayê li ser esasê saxlem derfetek baş e.




