26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqînên duhî şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Dîwana Serokayetiya  herêma Kurdistanê bi belav kirina beyanameyêkê de teqînên terorîstiyên roja yekşemê şermezar kir, ev jî tekesta wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Roja yekşem 09/09/2012 terorîstan zîncîre teqîn û karê terorîstiyê li çend navçeyekî cûda cûdayê Iraq li Kerkûk, Dûzxurmatû, Zummar, Bexda û çend bajar û bajarokên din encamda ku mixabin hejmarek kes şehîd û birîndar bûn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî van karên terorîstî şermezar dike û heman demî de serxweşî û hevxemiya xwe bi malbata şehîd û qurbaniyan radigihîne û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwaze.

Ev karên terorîstî nîşana eweye ku terorîstan tevgera xwe berfireh kirine û Hikûmeta Federal jî li şûna wê yekê ku bi girîngiyê ve li ser van kirdaran rawestê û radeyek ji bo wan deyne her mijulî afirandina tengasî li ser tengasiyane ku eve jî wiha kiriye valahiyeke emnî li welat da dirust bibê û grûbên terorîstiyan jî vê valahiyê ji bo encamdana karên xwe yên terorîstî bikartînin.


Serokayetiya Herêma Kurdistanê

09/09/2012

Nûçeyên têkildar