26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û nûnerê NY: Pêwîst e civaka navdewletî bêtir alîkariya penabera bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nunerê taybetî yê Sekerterê NY civiyan û di wê hevdîtinê de behsa vê yekê hate kirin ku lazime hikûmeta Iraqê û civaka navnetewî bo gehandina hevkariyan bo wan penaberan rola xwe bilîzin û lazime NY hana civaka cîhanî bide daku hevkariya Penaberan bike.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nuenrê taybet yê Skerterê NY bo karûbarên Iraqê Nikolay Mladenov kir.

Di civînê de behsa rewşa Penaberên ku li Kurdistanê de hetine bicîhkirin hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku hikûmeta Kurdistanê bo ku zêdetir xizmeta wan penaberan bike tevahiya karînên xwe bitevger kiriye, bi taybetî di vê demsalê de ku serma û zeqem destpê kiriye, lê hijmara penaberan gelek zêdeye û asta karînên hikûmeta Kurdistanê derbas kiriye.

Her di civîna han de behsa vê yekê hate kirin ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê û civaka navnetewî bo gehandina hevkariyan bo wan penaberan rola xwe bilîzin û pêwîst e NY hana civaka cîhanî bide daku hevkariya Penaberan bike.

Her di civînê de Mladenov kêfxweşiya xwe ya li hember lihev hatina Hewlêr û Bexdayê diyar kir û piştgîriya NY bo çareserkirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir.

Serokwezîrê Kurdistanê jî hêvî xwest ev lihevhatina han bibe sedema çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî û herwiha bibe handerek daku hikûmeta fedral çareseriyeke mayende yaku di berejwendiya Iraq û Kurdistanê de be bibîne.

Di berdewamiya civîna han de rewşa leşkerî û herwiha şerê dijî terorîstên DAIŞê jî hate giftûgokirin.
 

Nûçeyên têkildar