Di 3 rojên borî de 67 êrîşên asmanî li Iraq û Sûriyê

Ajans-KDP.info- Balafirên hevpeymaniya navdewletî û Amerîkayê di 3 rojên borî de 67 êrîşên asmanî li Iraq û Sûriyê li dijî navendên çekdarên DAIŞê pêkanîne.
Artêşa Amerîkayê ragihand ku balafirên şer ên hêza Amerîkayê di navbera 15 û 17ê Berfenbarê de li Sûriyê 6 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li Iraqê jî balafirên hevpeymaniya navdewletî û yên Amerîkayê di heman demê de 61 caran rêxistina DAIŞê bomberan kirin.
Hat diyarkirin ku êrîşên li Sûriyê hemû li nêzîkî Kobanê û derdora Ebu Kemal li dijî çeper û endamên rêxistina DAIŞê hatine pêkanin. Di encama van 5 êrîşan nêzîkî Kobanê de cihek depoyê û çeperek a DAIŞê hat têk birin. Di encama êrişa li Ebu Kemalê jî de wesayîtek taktîkî ya rêxistinê ji holê hat rakirin.
Di nava êrîşên li Iraq û Başûrê Kurdistanê de, 2 êrîş li Şingal, 2 li Tilefêrê, 8 li nêzîkî Mûsilê, li Rawa, Ramadî, Hîtê jî her yekî yek hatin pêkanîn ku di encamê de gelek navend, cebilxane û wesayîtên wê rêxistinê, balafirên şerî dan ber bombeyan.
Hat eşkerekirin ku hevpeyvaniya navdewletî ji bo piştevaniya operasyonên Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iarqê 45 êrişên asmanî kirin û di encama wan êrişan de jî 50 cihên DAIŞê bûne hedefa balafirên şerî.




