Pêşmerge diyarî pêşkêşî zarokên koçberan kirin

Hewlêr-KDP.info- Di Roja Ala Kurdistanê de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Kampa Behirke û li nava nahiya Enkawe yên ser bi Hewlêrê ve, diyarî bi ser bêhtir ji 5 hezar zarokên koçber û derbider de dabeş kirin.
Duhî Çarşemê di Roja Ala Kurdistanê de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê alîkarî û diyarî bi ser zarokên koçebr û derbider ên Kampa Behirke û li nava nahiya Enkawe belavkirin.
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihandine ku “Li ser pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aîlkariya Şêwirmendê Encûmena Ewlekarî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di kernevaleke neteweyî, niştimanî û mirovî de, bêhtir ji 5 hezar pêlavên zarokan, me li kempa Behirke û nava nahiya Enkawe bi ser zarokên koçberan de belavkirin.”
Berê jî li parêzgeha Dihokê û qezaya Zaxo heman kar encamdane û di nêzîk de jî, Pêşmergeyên Kurdistnê li parêzgeha Silêmaniyê dest bi belavkirina wan diyariyan li nava kampan bi ser koçberan ve bikin.




