26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kî Moon: Divê krîza Sûriyê bê çareserkirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî Moon got divê krîza Sûriyê sala 2015an dawî bibe.


Ban Ki-Moon di civînek a çapemeniyê de ragihand ku divê NYê ji bo 4 mijaran çalakiyên global bike.

Sekreterê NYê diyar kir ku ya yekemîn mijar çêkirina pêşketinek nû û li hemberî guhertinên keş û hewayê hewldan in û got sala bê li Parîsê li ser vê mijarê dê rêketinek pêk werê.

Ban Kî Moon anî ziman mijara duyem jî Sûriyê ye û got, “Divê krîza Sûriyê di sala 2015an de bê çareserkirin.”

Ban Kî Moon da zanîn a seyemîn jî têkoşîna tundrewiyê ye û got, “Divê em rê nedin partiyên rastperêz kêmaniyan û misilmanan bike armanca xwe.”

Hat eşkere kirin ku ya caremîn jî rêbaz kirina nerînên global e.

Ban Ki-Moon daxuyandan ku ew ji bo di navbera Kuba û Amerîkayê de hevdîtinên diplomatîk dest pê bike kêfxweş e û got DYAyê ew agahdar kiribû.

Ban Ki-Moon got demekê dirêje ew hewl dide da ku pêwendiyên herdu dewletan dîsa dest pê bike û ji bo biryarên wan sipasiya wan kir.
 

Nûçeyên têkildar