26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya biryar da serbazên xwe bişîne Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Almanyayê biryara 100 pisporên leşkerî yên xwe ji bo perwerdeya Hêzên Pêşmerge bişîne Herêma Kurdistanê, da.

Encumena Wezîran a Almanyayê îro deng li ser plana berfirehkirina piştevaniya Hikûmeta Almanya bo Hêzên Pêşmerge di warê perwerdeya leşkerî da. Li gorî vê yekê Hikûmeta Almanyayê dê ji bo perwerdeya Hêzên Pêşmerge 100 pisporên leşkerî yên xwe bişîne Herêma Kurdistanê.

Piştî dengdanê Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Waleter Steinmeier û Wezîrê Parastinê Ursula von der Leyen bi hev re civînekî çapemeniyê lidarxistin.

Steinmeier ragihand ku wan beriya niha jî alîkariya mirovahî û çekan dabûn Herêma Kurdistanê û wiha got, “Li gorî rewşê divê alîkariya leşkerî jî bê dayîn. Ev yek erkdarkirina şerî ye, erkdarkirina perwerdeya leşkerî ye.”

Wezîrê Parastinê Leyen jî ani ziman ku divê pêşî li rêxistina DAIŞê bê girtin û got divê piştevaniya hêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin bê kirin.

Leyen diyar kir ku Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li dijî DAIŞê şer dikin û da zanîn wan biryar daye piştevaniya Hêzên Pêşmerge bikin.

 

Nûçeyên têkildar