25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..DAIŞ paşve dikşe û termê xwe li şûna xwe dihêle

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Şewket Mizûrî ragihand ku terorîstên DAIŞê li Kobanê paşve dikşin û termên xwe li şûna xwe li nava Kobanê dihêlin. Herwiha da zanîn ku îro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çeperên DAIŞê dan ber bombeyan û ew bêdeng kirin.

Emîd Şewket Mizûrî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Îro rewşa Kobanê heta radeyekê aram bû û tenê çekdarên wan çend top avêtin ser me û me jî bi tundî bersiva wan da û me ew bêdeng kirin.”

Mizûrî wiha got: “Moralê Hêzên Pêşmerge pirr bilind e û DAIŞ li wî wê deverê têk çûye û ji nav Kobanê paşve dikşe, ji ber ku nema karin li ber xwe bidin.”

Şewket Mizûrî wiha domand: “Niha yê ku di nava DAIŞê de mane erebin û hejmarek welatiyên iraqî jî di nava wan de hene.”

Wî fermandarê Pêşmerge ragihand: “Gellek termên DAIŞê li nava Kobanê mane, ji ber ku termên xwe dihêlin û ligel xwe nabin.”

Emîd Şewket Mizûrî da zanîn ku, “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî her dema ku pêwîst be çeperên DAIŞê didin ber bombeyan.”

Nûçeyên têkildar