Husên: Serok Barzanî mijûlî plana rizgarkirina Şingalê ye û serperişiya wê dike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên ragihand ku, ev demeke dirêje ku Serpk Barzanî mijûlî danîna plana rizgarkirina Şingalê ye û bi xwe serperiştiya wê plane dike, ku di demeke nêzîk de Şingal dê bi temamî bê rizgarkirin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku, “Derbarê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de niha di warê petrolê de rêkeftinek çê bûye û şandên Bexdayê tên Kurdistanê û yên Kurdistanê diçin Bexdayê û gotûbêja komek pirsan dikinji wan mpirsan mijara madeya 140 û hikûmraniya Iraqê û hinek pirsên din.”
Husên wiha got: “Ev demeke dirêje ku Serpk Barzanî mijûlî danîna plana rizgarkirina Şingalê ye û bi xwe serperiştiya wê plane dike, ku di demeke nêzîk de Şingal dê bi temamî bê rizgarkirin.
Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: Niha karê herî serî yê Herêma Kurdistanê ew e ku şerê DAIŞê bi serkeftî bi dawî bîne.”
Derbarê rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê, Husên ragihand: “Niha zû ye ku em behsa beşdarkirina Hêzên Pêşmerge di şerê rizgarkirina Mûsilê de bikin, ji ber ku komek binema hene ku girêdayî Hikûmeta Iraqê û hevpeymaniya navdewletî, lê hemû kes behsa rizgarkirina Mûsilê dike.”




