26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê eniya rojavayê Dîcle serkeftina Pêşmerge ragihand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandariya Mîhwer Rojavayê Dîcleyê ragihand wan di operasyona li dijî rêxistina DAIŞê ya ku îro destpêkirî de derbeyek mezin li wê rêxistinê dan.


Fermandariya Mîhwera Rojavayê Dîcleyê daxuyaniyeke leşkerî derbarê pêşketinên Hêza Pêşmerge li Mihwera Zummarê belav kir û têde ragihand, ku di Roja Ala ya Kurdistanê de, serkeftineke mezin bidest xistine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Sibeha îro bi îradeya pola ya gelê me, Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di Roja Ala ya Kurdistanê de em vê serkeftineke mezin bi dest xist û em vê serkeftinê diyarî  gelê Kurdistanê dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Îro sibê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li başûrê Zûmmar bi berfirehî êrîşî  baregehên DAIŞê kirin û derbeyeke mezin li wan dan. Di êrîşê de, gundên Feqîrok, Girgamêş, Kobankê, Hugine, Karêz, Qeserîc û herdu Berşorên mezin û biçûk azad kirin.”

Li gor daxuyaniyê, sê rêyên stratîjîk yên Mûsil û Keskê ku Ewênat û Zumar bi hev re girê dide ji aliyê hêza Pêşmergeya Kurdistanê ve hat kontrol kirin û bi vê yekê jî, paşmayên DAIŞê li wê navçeyê şerpeze bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Mihwerê Rojavayê Dicle, ragihand,  “Ev serketina mezin ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistan, di roja pîroz ya Ala Kurdistanê de, berdewamiya xebata rizgarîxwaziya gelê me ye.”
 

Nûçeyên têkildar