25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îro roja ala Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Her sal roja 17ê Kanûnê, serenares bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê bi ala Kurdistanê tên xemlandin.

Di sala 2009an de, Parlementoya Kurdistanê biryar da ku roja 17ê Kanûnê ji her salekê wek Roja Ala Kurdistanê were pîrozkirin.

Tevî ku di hemû bone û helkeftan de, çi kêf û çi şênî be, ala Kurdistanê bi awayekî berçav xuya dibe, lê di vê rojê de hemû dezgehên hikûmetê, cade, navbajar, park û heta otombîlên welatiyan jî bi ala Kurdistanê tên xemilandin.

Sedema diyarkirina roja 17ê Kanûnê jî bo wê yekê vedigere ku, di 17ê Kanûna sala 1947an de ala Kurdistanê bi ser hemû sazî û dezgehên Komara Kurdistan li Mehabadê hat bilind kirin.

Îro roja ala Kurdistanê ye û li Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê jî ew al hat bilindkirin.

Bi amadebûna hejmarek wezîr, berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê navxwe, merasîma bilindkirina ala Kurdistanê li avahiya Encumena Wezîran li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê birêve çû.

Di merasîmê de Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî ragihand ku, “Hemû kesek li Kurdistanê amade ye xwe gorî ala Kurdistanê bike.”

Wezîrê Navxwe herwiha got: “Ala Kurdistanê xwedî dîrokek e û gelê Kurd jî bi hemû awayekî amade ye bergriyê li wê alê bike.”

Ala Kurdistanê ji 4 rengan pêk tê, rengê sor ku amaje ye bo şoreşê, rengê kesik bo xwezayê vedigere, rengê spî jî ku rengê aştiyê di navbnera her du rengan de ye û rojek zer ku 21 tîşk jê derdikevin di nava rengê spî de ye, ew tîşk jî amaje ye bo 21 Adarê ku sersala Kurdî ye.

Nûçeyên têkildar