26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Emîr û Waliyê DAIŞ li Şingalê hat kuştin..Pêşmerge ji rizgarkirinê re amade ye

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ismet receb ragihand ku, îro êvarî li qeza Şingalê di encama bombebarana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de, emîr û waliyê DAIŞê li Şingalê kuştin.

Ismet receb Berpirsê liqa 14 ya PDKê ji KDP.info re ragihand: “Îro êvarî di encama bombebarana balafiran de li ser çeperên DAIŞê de, emîr û waliyê DAIŞê li Şingalê yê bi navê Ebû Aîşa Hîcazî ligel 2 serkirdeyên din hatin kuştin.”

Ji aliyê xwe ve, parlamenterê berê yê PDKê li Iraqê Mehema Xelîl ji KDP.info re ragihand: “Îro balafiran bi tundî li Şingalê li çeperên DAIŞê dan û ziyaneke mezin gehandin wan terorîstan.
Mehema Xelîl wiha got: Çekdarên DAIŞê li wê deverê ji tirsa êrişa Hêzên Pêşmerge xaniyan diteqînin, ku îro 20 xanî li komelgeha Dûgirê teqandin.”

Xelîl gotina xwe wiha qedand: “Hêzên Pêşmerge bi temamîbo rizgarkirina Şingalê amade ne û tenê maye ku dest bi wê operasyonê bikin, ku di demeke nêzîk de ew êriş wê dest pê bike.”

Nûçeyên têkildar