Endamên din ên Lêvegera Siyasî jî hatin hilbijartin

Hewlêr-KDP.info- Endamên din ên “Lêvegera Siyasî” ya Rojavayê Kurdistanê jî hatin hilbijartin.
Îro 24 endamên Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo civiyan û di civînê de ew 6 endamên Lêvegerê yên ku heta niha nehatibûn destnîşankirin, hatin hilbijartin.
Ew lêveger ji 30 kesan pêk tê, ku 12 ji Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û 12 ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ne, ku herdu aliyan endamên xwe destnîşan kirine û ew 24 endam jî îro her şeş endamên din diyar kirin.
Hat ragihandin ku, Salih Gedo, Mihemedê Mûsê, Cemal Şêx Baqî, Ehmed Îsmaîl , Perwîn Xelîl û Selwe Bedran, îro hatin hilbijartin û tevlî Lêvegera Siyasî bûn.
Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê xala sereke ya Rêkeftina Dihokê bû ku di navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû îmzekirin.




