26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Erebên nêzîkî Kobanê ji tirsa hêzên kurdî bar dikin..Emîrekî DAIŞê hat kuştin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, di encama topbarana Pêşmerge de li ser terorîstên DAIŞê, ermîrekî wan hat kuştin û termê wî ketiye destê hêrên kurdî de.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Şewket Mizûrî ji KDP.info re ragihand: “Şeva borî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çend caran çeperên DAIŞê bombebaran kirin û ziyanekî mezin gehandin wan, lê rêjeya ziyanên wan nehatiye naskirin.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Di encama topbaranên me de, emîrekî DAIŞê hat kuştin û termê wî jî ket destê me de. Tê gotin ku wî emîrî di ragihandina DAIŞê de kar dikir û di nava DAIŞê de kesekî mezin bû.”

Şewket Mizûrî wiha domand: “Moralê Hêzên Pêşmerge pirr bilind e û çekdarên DAIŞê têk çûne û ji aliyê rojhilatê bajêr û rêya Helebê paşve dikşin. Herwiha ti hêza wan bo berevaniyê nemaye û agahî ketine destê me de ku erebên li herêma Kobanê ji tirsa Pêşmerge û şervanên YPGê ji wir direvin.”

Nûçeyên têkildar