Hejmara wezîrên Hikûmeta Kurdistanê hat zêdekirin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrekî/e din li kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde bû. Lê heta niha nayê zanîn ka erka wî/wê wezîrî/ê dê çi be. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê erka wî/wê destnîşan bike.
Di vê derbarê de, parlamenterê kurdistanê yê fraksiyona PDKê Nazim Herkî ragihand ku, Parlamentoya Kurdistanê di civîna îro de qanûna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê sererast û hemwar kir.
Nazim Herkî wiha got: “Di dawiyê de biryar hat dayîn ku wezîrek li kabîneya hikûmetê bê zêdekirin, bi vî awayî hejmara wezîrên hikûmetê bû 20.”
Wî parlamenterê Kurdistanê wiha domand: “Ew Wezîrê/a ku hatiye zêdekirin dê wek weîzrê/a Herêma Kurdistanê kar bike lê dê ji wî/wê wezîrî/ê re wezareteke cihê neyê avakirin.”
Herkî gotina xwe wiha qedand: “Heta niha nayê zanîn ka erka wî/wê wezîrî/ê dê çi be. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê erka wî/wê destnîşan bike.”




