25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Amerîkayê ji Serokwezîr re got, gellek dostên Kurdistanê li Amerîka hene

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêşwaziya şanda Kongra amerîkî de ragihand ku, hevkarî û piştevaniya Amerîkayê di dema tengiyê de, bandoreke mezin bo rawestandin û şerê terorîstan hebû. Herwiha şanda mêvan ji Serokwezîrê Kurdistanê re ragihand ku, gellek dostên Herêma Kurdistanê li Amerîkayê hene.

Piştî nîvro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke kongreya amerîkî bi serokatiya Kîven Mekartî kir. Herwiha 4 endamên din ê Kongreyê û cîgirê balyozê Amerîka li Iraqê û konsûlê amerîkî li Herêma Kurdistanê û hejmarek şêwirmendên din di nav wê şandê de bûn.

Di destpêka wê hevdîtinê de şanda Kongreya Amerîkayê dilxweşiya xwe bi aramî û seqamgîrî û pêşketinên Kurdistanê diyar kir û destxweşî li hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir, ku pêşwazî libêtirî milyonek penaber û koçberî kirine û wan diparêzin.

Herwiha pesnê Hêzên Pêşmerge dan, ku berevaniyê li ax û welatiyên xwe dikin, her wiha bergiriyê li pirensîpênê hevbeş ê Kurdistan û Amerîkayê dikin.

Şanda mêvan tekez kir ku, gellek dostên Herêma Kurdistanê li Amerîkayê hene û hewl didin ku di hemû waran de alîkarî û piştevaniyên bêtir pêşkêşî Herêma Kurdistanê bikin, da ku bikaribin li ser terorîstan de serbikefin û pêvajoya avakirinê û pêkvejiyanê bêtir ber bi pêşve bibin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana şanda mêvan û piştevaniya wan bo Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku alîkarî piştevaniya Amerîka di dema tengiyê de, bandoreke mezin bo rawestandin û şerê terorîstan hebû, lê ji bo nehiştin û jinavbirina terorîstan bi yekcarî, pêwîstiya Kurdistanê bi alîkarî û piştevaniya bêtir heye, bi taybetî jî pêwîstiya wê bi meşiq û perwerdeyê û bi çekên giran heye.

Nûçeyên têkildar