Xurmatû bi 3 teqînan hat hejandin

Xurmatû-KDP.info- Vê şevê li du taxên bajarokê Xurmatû 3 teqîn bi rêya 3 bombeyan rû dan û di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû. Herwiha gellek ziyanên madî derketin.
Rêveberê Asayîşa Xurmatû Farûq Ehmed ji KDP.info re ragihand: “Vê şevê li taxa Eskerî ya bajarokê Xurmatû bombekî çandî bi otomobîleke welatiyekî tirkman bi nave Kenan Kerîm de teqiya û di encamê de ew kes bi giranî birîndar bû, ku ew welatî di serdema rejîma Beisî de fermandar bû.”
Farûq Ehmed wiha got: “Piştî wê teqînê, li pişt banka Xurmatû ji ber teqîna 2 bombeyên çandî 2 xanî têk çûn.”
Rêveberê Asayîşa Xurmatû gotina xwe wiha qedand: “Li wê navçeyê gellek welatî û bi taybetî tirkman xaniyan ava dikin.”




