Terorîstên Celewla li nahiyeya Sediye dibin polîs

Sediye-KDP.info- Ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ve erebên Celewlayê navê xwe dinivîsîn da ku wek polîs li nahiyeya Sediyeyê tên damezdandin. Ev yek di demekê de ye ku ew ereb ligel terorîstên DAIŞê li dijî Pêşmerge û hêzên iraqî şer dikirin.
Endamê navçeya Celewlayê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Delo ji KDP.info re ragihand: “Li gorî agahiyên ku ketine destê me de, Hikûmeta Iraqê li sînorê Sediye dest bi nivîsandina erebên Celewlayê kiriye ku berê ligel DAIŞê li dijî Pêşmerge û hêzên iraqî şer kirine.”
Mehmûd Delo wiha got: “Hejmarek mezin ji wan ereban navê xwe nivîsandine û biryar e ku bibin polîsên nav nahiyeya Sediye.”
Sediye û Celewla, du nahiyeyên ser bi navçeya Xaniqîn in û piştî ketina rejîma berê berdewam cihê terorîstan bû û kurdên wê deverê ji bilî kuştinê piraniya wan ji wir bi zorê hatine derxistin.




