Wezareta Darayî: Di vê hefteyê de 500 milyon dolar ji Kurdistanê re tê

Hewlêr-KDP.info- Wezîreta Darayî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku, belavkirina mûçeyê wan wezaretên ku mane, girêdayî bi derengketina şandina beşê duyemîn ê wan pereyan e ku biryar bû ji Bexdayê bê. Herwiha biyar e 500 milyona dolar di vê hefteyê de bigihê Herêma Kurdistanê.
Wezareta Darayî ya Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê ji KDP.info re hat şandin û tê de red dike ku derengketina belavkirina mûçeyê meha 10an ya wan wezaretên mayî girêdayî ye bi îmzaya Wezîrê Darayî yê Kurdistanê.
Wezareta Darayî ragihand: “Belavkirina mûçeyê wan wezaretên ku mane, girêdayî bi derengketina şandina beşê duyemîn ê wan pereyan e ku biryar bû ji Bexdayê bê. Herwiha biyar e 500 milyona dolar di vê hefteyê de bigihê Herêma Kurdistanê.”




