DAIŞê 4 emîrên xwe gulebaran kir

Mûsil-KDP.info- Rêxistina DAIŞê li bajarê Mûsilê 4 emîrên xwe yên diyar bi tohmeta xiyanetê da ber guleyan.
Berpirsê Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Ismet Receb ji KDP.info re ragihand: “Bi tohmeta xiyanet û belavkirina agahiyan 4 emîrên bi navê: Mistefa Kenan, Îbrahîm Ifrî, Welîd Cibûrî û Hesen Ifrî, kuşt.”
Li gorî Ismet Receb, “Ew emir hemû iraqî ne û bi biryara Dadgeha Şerî ya wê rêxistinê hatin kuştin.”
Herwiha li gorî agahiyên wî perpirsê PDKê, bi dehan malbat ji Mûsil berê xwe didin bajarê Reqa yê Sûriyê, ew jî ji tirsa êrişa ser Mûsilê.




