25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mihemed Îhsan: Bi ti awayî em ji navçeyên kurdistanî venakişin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî Mihemed Îhsan ragihand ku, ew tişta ku hikûmeta Malikî di nav wan 8 salên borî de kiriye, nekêmtir bû ji tişta ku Sedam Hisên li dijî kurdan kir. Herwiha derbarê navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî, Îhsan wiha da zanîn kum bi ti awayî careke din ew navçe ji destê kurdan dernakevin.

Serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî Dr. Mihemed Îhsan ji KDP.info re ragihand: “Serdana Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê, ji bo wê yekê bû ku çareyekê ji pirsgirêka petrolê re bibîne û ew çareser pir baş e ji ber ku pêwîstiya me hemûyan pê heye.”

Derbarê madeya 140 ku gelo di wê rêkeftinê de hatiye behiskirinû yan na? Îhsan wiha got: “Şanda Kurdistanê li Bexdayê mijarek gotûbêj kir. Eger ew pirsgirêk hat çareserkirin, wê pirsgirêkên din jî bi hesanî bên çareserkirin.”

Serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî wiha pê de çû: “Ji sala 2007an ve, Bexda tişta ku ji destê wê hat anî serê Kurdistanê, tişta ku Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di nava 8 salên borî de li dijî Kurdistanê kir, ne kêmtir bû ji tişta ku Sedam Husên bi kurdan kir.”

Îhsan wiha domand: “Niha %8 ji navçeyên kurdistanî yên sînorê madeya 140 di destê DAIŞê de ye lê piraniya wan navçeyan di destê Hêzên Pêşmerge de ye. Bexda nikarî pirsgirêka wan navçeyan bi awayekî yasayî û destûrî çareser bike.”

Mihemed Îhsan ragihand: “Me bi xwîna zarokê xwe ew navçe vegerandin û bi ti awayî em careke din dest ji wan berandin. Em careke din gotûbêjê li ser nakin.”

Nûçeyên têkildar