Nêçîrvan Barzanî: Em alîkariyên leşkarî û mirovî yên Almanyayê bilind dinirxînin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulusê nû yê Almanyayê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, Herêma Kurdistanê alîkariyên leşkarî û mirovî yên Almanyayê bilind dinirxîne. Ji aliyê xwe ve, Konsulusê Almanyayê piştevanî û pitgiriya welatê xwe bo hikûmeta Kurdistanê ji aliyê leşkerî û mirovî tekez kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê li gel Konsulusê nû yê Almanyayê yê li Hewlêrê Gorege Enzoiler civiya.
Di civînê de Konsulusê nû yê Almanyayê ragehand ku weke Konsulusê nû yê Almanyayê bo Kurdistanê hatiye şandin û mebest ji vê serdana han jî xwe nasandin bi rayedarên Kurdistanê ye.
Nav hatî eşkere kir ku gelek kêfxweşe weke Konsulusê Almanyayê li Kurdistanê de kar dike û hêvî xwest ku bikarêbe asta peywendiyên navbera Kurdistan û Almanyayê bigehîne qonaxeke pêşkeftîtir.
Konsulusê nû yê Almanyayê di beşeke din ji axaftinên xwe de jiber şerê gelê Kurd û hêzên pêşmerge ya li dijî terorîstên DAIŞê spasiya gelê Kurd û hêzên pêşmerge kir û tekez li ser vê yekê kir ku hevkariyên Almanya yên di warê leşkerî û însanî de vê berdewam bin.
Di berdewamiya axaftinên xwe de Konsulusê almanî xwesteka welatê xwe ya bo bihêztirkirina peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê de diyar kir bi taybetî di warê siyasî, abûrî û bazirganî de û got: “Hijmareke zêde kompaniyên Almanî beşdariya pêşengeha Hewlêrê kirin ku vê hefteyê hatibû organîzekirin.”
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Konsulusê nû yê Almanyayê kir û piştgîriya hikûmeta Kurdistanê jê re diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de jiber hevkariyên ku Almanya pêşkêşî gelê Kurd û hêzên pêşmerge kirine spasiya hikûmeta Almanyayê kir.
Barzanî got: “Em bi girîngî li tevahiya wan hevkariyan dimizînin ku di warê leşkerî û înasnî de ji aliyê Almanyayê ve hatine pêşkêşkirin û hêvî dikim ev hevkariyên han bidomin.”
Di berdewamiya civîna han de her du alî behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa niha ya Kurdistan û Iraqê û herwiha rewşa deverê bi giştî kirin û balkêşandine ser metirsiyên terorîstên DIŞIê bo ser rewşa ewlekariya deverê.




