26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal û Kobanê dê bi hev re bên rizgarkirin..%65 ji Kobanê hatiye rizgarkirin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, di 2 – 3 rojên borî de şervanên YPGê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge gellekî pêşve çûne û 8 cihên nû xistin destê xwe de. Herwiha hêzên kurdî gellek terorîst kuştine ku hejmarek termên wan ketine destê hêzên kurdî de.

Şewket Mizûrî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî ji KDP.info re got: “Di 2 – 3 rojên borî de şervanên YPGê bi piştivaniya Hêzên Pêşmege li rojhilat û başûrê Kobanê çend êriş kirin û karîn 8 cihan ji destê terorîstên DAIŞê derxînin û ziyaneke mezin bighînin wan, ku hejmarek mezin ji DAIŞê hatin kuştin û 15 termên wan ketine destê hêzên kurdî de.”

Emîd Şewket wiha got: “Ji dema ku ew cih ketine destê hêzên kurdî de û heta niha çekdarên DAIŞ nema kare êriş bike û tenê berevaniyê li xwe dikin, ji ber ku berê rojane top davêtin ser cihên me, lê niha moralê wan têk çûye û nema topan davêje.”

Wî fermandarê ji Kobanê ragihand: “Niha bêtir %65 ji Kobanê di destê hêzên kurdî de ye û di demeke nêzîk de Şingal û Kobanê bi hevre wê bên rizgarkirin, ku em vê mizgîniyê didin hemû kurdan.”

Mizûrî da zanîn ku, “Hêzên Pêşmerge hemû selametin û bi moralekî bilind li eniya şer de ne û di demeke nêzîk de wê bajarê Kobanê rizgar bikin. Herwiha hevahengiyek baş di navbera me û şervanên YPGê de heye. Bi şev û roj em wan didin ber topan.”
 

Nûçeyên têkildar