25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dozxurmatû.. Piştî hatina çekdarên Şîe 30 kes hatine revandin

Çavkanî: KDP.info

Dozxurmatû-KDP.info- Rêveberê Asayîşa Dozxurmatû Farûq Ehmed ragihand ku, li gorî amaranên çend mehên borî, piştî hatina mîlîsên Şîeyan, bêtirî 30 kesî li sînorê bajerokê Dozxurmatû hatin revandin.

Farûq Ehmed Rêveberê Asaîşa Dozxurmatû ji KDP.info re ragihand: “Piştî hatina çekdarên Şîeyan bo bajerokê Dozxurmatû heta niha bêtirî 30 welatiyan hatine revandin ku hemû erebên Sunne ne.”

Ehmed wiha got: “Ew kesên ku hatine revandin heta niha çarenivîsa wan nediyar e,  tevî hewlên aliyên emnî yên Iraqê û malbatên wan, lê dîsa ew hewl bê encam in.”
 

Nûçeyên têkildar