26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bo rêzgirtinê li şehîdan..Hewlêr ahenga sersalê encam nade

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wek hevsoziyekê ji bo şehîdên şerê li dijî DAIŞê, dê ti merasîmek ji bo ahenga serê salê li Hewlêrê neyê lidarxistin, cade jî dê neyên xemilandin.

Berpirsê ragihandina parêzgeha Hewlêrê Hemze Hamid di ji KDP.info re ragihand ku, bi sedema rewşa ku niha heye û şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), îsal berovajî salên bûrî li Hewlêrê ti merasîmek nayê encamdan.

Derbarê encamnedana ahengên serê salê Hemze Hamid got: “Wek hevsoziyekê ji bo malbata şehîdan, ji ber ku xelk nerihet e û birîndare û şehîdên xelkê hene, bi hezaran kilometir jî em li hêzeke terorîst şer dikin, êdî emê çawa ahengê bikin.”

Navhatî amaje kir jî ku, dê wek salên bûrî, li resturan û holên ahengan, ahengên taybet bi serê salê werin lidarxistin, hêzên ewlekariyê jî dê planek wan a taybet hebe ji bo rêvebirina bajarê di wê şevê de.

Di salên bûrî de, berî çend rojan ji serê salê hemû cadeyên serekî yên Hewlêrê bi runahî û sîmayên sersalê dihatin xemlandin, tevî ku şeva serê salê aheng li parkan ji aliyê parêzgeha Hewlêrê ve dihatin lidarxistin.
 

Nûçeyên têkildar